Serok Obama roja xwe ya yekê bi darêjtina siyaseta derve û aborîya Amerîka derbaz dike

Serok Barack Obama roja xwe ya yekê ya temamî li ofîsê bi darêjtina siyaseta derve û aborîya Amerîka derbaz diket.

Alîkarên wî dibêjin birêz Obama îro çarşembîyê dê ligel tîma xwe ya parastina niştimanî kom bît bo dubare berhev dana şerrên li Iraq û Afganistanê.

Dinav demê bizavêt hilbijartinên serokatîyê da Obama yê kandîd soz dabû ku dinav 16 mehan da serbazêt şerkerêt Amerîka ji Iraqê paşda bikêşît û carek din bi awayê şerr kirina li Afganistanê ve jî biçit.

Raportêt hatine belav kirin herwisa ji alîkarêt birêz Obama ve veguhastine dibêjin birêz Obama dê Senatorê berê George Michel weku nunerê xwe yê taybetî bo rojhilata navîn dîyarî biket.

Herweha tête çaverê kirin ew roja çarşembîyê digel şevirdarên xwe yên warê aborîyê jî kom bit.