Li bernama Hello Washington guhdari bikin ku vê carê babet sîyaseta rêveberîya nû ya Obama ye

Weku hemu rojên eynî îro jî li 12ê nîvro bi dema Washingtona paytext (demjimêr 8:30ê êvarê bi dema Îranê, 8ê êvarê bi dema Îraqê, 7ê êvarê bi dema Tirkîyê û Surî) programa Hello Washington tê belav kirin.

Babeta vê carê sebaret bi gotara bo rêûresma sond xwarina serokatîyê ya serokê nû yê Amerîka Barack Obama ye ku li roja sêşemê pêşkêşî jimareke zêdeyî yek milyon kesan kir, herwisa ka gelo sîyaseta rêveberîya nû dê çawa be.

Mêvanên bernamê Doktor Kurmanc Gundî serokê Kongreya Niştimanîya Kurd li Amerîkaya Bakur û herwisa Nijad Eziz Surme, sernivîserê rojnama Xebat li bajarê Hewlêr e.

Hevkarê me Belên Salih mêvandarîya bernama vê carê dike.

Guhdarên xoşdevî, jibo pişikdarî di vê bernamê de bikin

Jimar ji bo kesên ji her alîyê cîhanê:
1-202-619-3861 (Telefona operatora navneteweyî bikin û jêra bêjin hun dixwazin li ser kîsê vê jimarê telefona wê bikin).

Li Turkîye (Peywendîya Belaş - Call Collect) 0800-314-0115 (Telefona operatorê Turkîye bikin û jêra bêjin hun dixwazin peywendî bi Medya re biken, jimare 1-202-619-3861).