Harry Reid dibêjît reng e dengdan li ser nexşa serok Barack Obama bo vejandina aborî evro bête kirin

Rêberê piranîyê di Civata Senatorêt Amerîkî de Harry Reid dibêjît reng e dengdan li ser nexşa serok Barack Obama bo vejandina aborî evro bête kirin.

Çaverê tête kirin ku dengdana domahîyê li ser bête kirin piştî senatoran bendeka wê roja çarşembî qebul kirî ku bo kesêt xanîya dikirin 15 hezar dolara ji baca li ser wan lexweş bibin.

Ev bende ji alîyê senatorê Komarî ve Johnny Isakson ve hatibû pêşnîyaz kirin ku 19 milyar dolarêt di zêde biken li ser 900 milyar dolarên rêzdar Obama pêşnîyaz kiribûn.

Herwisa Civata Senatoran guhorînek derbaz kir ku Civata Nuneran derbaz kirbû. Ev bende dixwazît ku hemi projêt hikumet xercîyê lê diket bi tenê kerestêt Amerîkî bêne bikarînan.