Dr. Mehmûd Osman sebaret bi hilbijartinên parêzgehên Iraqê axift

Dr. Mehmûd Osman endamê parlamana Iraqê di hevpeyvînekê de li ser hilbijartinên parêzgehan digel hevkar Heyder Kerîm axift.

Dr. Osman dibêje ku çi destkeftineke Hevpeymana Kurdistan li Bexda nebûye û divê ku ew li Bexda digel qayimekanên din bi rê bikeve. Bi dîtina rêzdar Osman Hevpeymana Kurdistan Bexda îhmal kirîye û jiber wê jî, li Bexda bi sernekeftîye.

Li ser pirsa gotinên ku dibêjin nêzî yek milyon Kurd li Bexda dijîn û divîya ku zêdetir deng bi destê Hevpeymanê bikefta Dr. Memûd Osman got ku ev gotin mubalaxa bûne û an 13 an jî 14 hezar deng bi tenê têra destkeftina kursîyan nake û liber wê jî sîyaseta li ser Bexda şaş e.

Guhdarên hêja, heke hûn bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê ji kerema xwe re li ser rûpela me ya "Audioyên Kurdî" li bernama 12ê nîvêşevê yên nûçeyên rojane guhdarî bikin.