Kemal Kerîmî 30. salvegera şoreşa Îranê nirxand

  • Balen Salih

Bi helkefta 30.salvegera şoreşa Îranê endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistanê Kemal Kerîmî di hevpeyvînekê de digel hevkarê me li Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Belên Salih axift.

Kemal Kerîmî behsa destpêka şoreşa Îranê dike û dibêje di wê demê de perên çêp û rastê digel hev de kar kirîne li ber destê Ayetullah Xumeynî û birêz Kerîmî berdewam behsa cûdahîya bîrûbawerîya dinav şoreşgeran de û herwisa behsa di nav 30 salan de çawanîya wan kêşan dike.

Birêz Kerîmî dibêjît kevneparêzêt nav wê rejîmê hêjta li ser armanca xwe ya hinartina şoreşê bo derveyî welatî diçîn.

Herwisa behsa pêdivîya Îranê bi hevpeymanetîyeke li herêmê kir, wate bi Surîye re.

Gelî guhdarên radyoya Dengê Amerîka heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî li bernama 12ê nîvê şevê ya Nuçeyên Rojane guhdarî bikin.