Ev rêber dê bihevre kar bikin ku çareserîyekê ji hêdîbûna aborîya cîhanê re peyda bikin.
Wezîrên Diravî û Bankerên Navendî ji grupa 20 welatan roja şembîyê tevî hev dipeyivin paş kombûnên wan yên yeko yeko li roja înê.
Rêberên Amerîkî û Ewropî li hev nakin li ser ka gelo lazime hikumet xercîyek zêdetir bike bo vejîyandina aborîyê yan jî gelo yekser qaîdeyên tundtir pêdivî ne bo bazarên diravî.
Welatên Yekgirtîyên Amerîka zorê dide ku bizaveke tevîhev bo vejîyandina aborîyê bête kirin û bac bêne kêm kirin. Belê rêberên Ewropî dixwazin guhorîn li ser sîstema diravî bête kirin bi rêya qaîdeyên tundtir li ser bankayan, beşên ku bacê nadin û parên berhev kirî yên parastî.
Serokê Banka Cîhanî Robert Zoellick roja înê huşdarîyê da ku planeke vejîyandina aborîyê ya bêy bizavên ku rewşa bankayan aramtir bikin, dê dinav aborîya cîhanê de destkeftîyên muddet dirêj bi destve neyne.