Wezîrê derve yê Îranî seredana Erebistanê dike

Wezîrê derve yê Îranî bi seredaneka du-rojî gehişte Erebsitana Saudî.

Ajansa dengûbasên IRNA ya Îranî ragehand ku wezîrê derve Manûçehir Mottekî û şandeka Îranî roja yekşembî gehiştine Riyadê û ji layê wezîrê derveyê Erebistanê Saud El Feysel ve pêşwazî li wan hat kirin.

Çaverê têt kirin karbidestên Îranî û Saudî basê jimareka pirsên herêmî û nêvneteweyî biken.

Îranê ragehand ku Mottekî digel Şah Ebdullah kom dibe.

Di daxoyaniyekê de li van dawiyan, wezîrê derve yê Erebistana Saudî dawa yekrîzî ya Ereban kir biramber bi Îranê.