Serokê Madagaskar karvekêşana xwe ragehand

Raportên nûçeyan ji Madagaskarê radigehînin ku serok Mark Ravalomanana karvekêşana xwe ragehand û ferman da deselatê bidete leşkerî.

Ajansa dengûbasên Ferensî (AFP) ragehand ku serokî fermana veguhastina deselatî bo leşkerî mor kir.

Xwenîşadanên bi serokatiya rêberê opozisyonê Andrî Rajoelina bi deyan roj berdewam bun. Xwenîşanderan dawa karvekêşana Ravalomana dikir.

Leşkerî piştevaniya xwe ji bo opozisyonê ragehand.