Serokê Turkiye digel serok wezîrên Îraq û Herêma Kurdistanê kom dibe

Serokê Turkiye Abdullah Gul roja sêşembî digel serok wezîrê Îraqî Nûrî El-Malikî û serok wezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî li Bexda kom bu.

Birêz Gul roja duşembî gehişte Îraqê û ji layê serokê Îraqî Celal Talebanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Di konferanseka rojnamevanî de digel birêz Gul, birêz Talebanî got çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê du bijar hene, an çekên xwe danên an Îraqê bihêlin.

Sebaret bi seredana serokê Turkiye bo Îraqê hefkar Ahmed Barzanî hevpeyvîneka kirî digel rojnamevan Mehemet Sanrî li Turkiye û peyamnêr Goran Tewfîq li Bexda raportek amade kirye. Faylên dengî yên rexê rastê vê perê kilik bike.