Serokê Amerîka Barack Obama dibêjît Amerîka çi plan nîne vekêşana serbazên wî welatî li Iraqê bilez bêxît sereray baştir bûna rewşa parastinê li Iraqê.
Birêz Obama di hevpeyvînekê de li ser televizyona CBS got hêjta kar li Iraqê mayîne ku divîya bêne cîbicîh kirin weku hîn kirina hêzên parastina Iraqê.
Hêzên şerkerên Amerîka hatine dîyar kirin heta sêhê meha şeş îsal bajarê Iraqê bi cîh da bihêlin û heta meha heyşt sala 2010 xwe ji wî welatî vekêşin.
Bi dehan hezar serbazên Amerîka dê li Iraqê bimînin heta dawîya sala 2011 bo piştgirî û hîn kirina hêzên parastina wî welatî.
Brîtanya plan diket heta meha şeş 4000 serbazêt xwe ji bajêrê Besra li başurê welatî vekêşit.