Amnesty International raportek li ser rewşa mafên mirovan li Kurdistana Îraqê belav kir

Rêkxistiya Amnesty International (Lêxweşbûna Nêvneteweyî) raporteka taybet derbarê rewşa mafên mirovan li herêma Kurdistana Îraqê belav kir.

Di wê raportê de Amnesty International dibêje ku rewşa mafên mirovan li herêma Kurdistanê pêşve diçe, belê hêşta pêşêlkarî û zêdegaviyên mezin tên kirin, bi taybet ji layê dezgehên Asayişê ve.

Derbarê naveroka wê raportê û raspêriyên Amnesty International bo deselatdarên Kurdistana Îraqê, hevkar Ahmed Barzanî hevpeyvînek digel Se'îd Bomedûhe lêvekolê Amnesty International û yek ji nivîserên wê raportê kirye.

Bo guhdarî kirin, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.