Leşkirê Sirî Lanka berdewame li ser hêrişa xwe dijî serheldayan

Leşkirê Sirî Lanka dibêjît ew yê berdewame li ser hêrişa xwe bo ramalîna serheldayêt Pilingêt Tamîl piştî cudaxazan guh nedaye moletaka hukmetê ko xwe teslîm biken. Leşkir dibêjît wî pitir erd ji serheldayan standîye peştî molet bi dwîmahî hatî. Bi aliyekê dîve Pilingêt Tamîl hukmetê xetabar diken ko pitir ji 1,000 kesêt sîvîl kuştîne di wextê şerîda roja Doşembî. belê leşkir mandel û haşa diket.