Nermîn Osman raporta Staffan de Mistura ya li ser rewşa Kerkukê nirxand

Wezîra Jîngeha Iraqê Nermîn Osman ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re axivî li ser raporta vê dawîyê ya ku Staffan de Mistura, Nunerê Taybetîyê Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgtirî amade kirîye.

Staffan de Mistura di raporta xwe de behsa birêvebirineke serbixwe dike jibo Kerkukê û dibêje divê bûtçeya wê birêveberîyê ji dahatîyên nifta parêzgehê bixwe bê.

Rêzdar Osman dibêje ku ev raporte li maddeya 140'a destûra Iraqê li hev nayê jiber ku destûr çarenivîsa navçeyan dixe destê xelkê navçê. Dibêje raport çarenivîsa navçeyan bi eşkere dernexistîye. Herwisa dibeje raport behsa bi dilbûna hemû alîyan dike li ser kêşeyê lê belê raport ne bi dilê tu alîyan e.

Belê dibêje di raportê de gorankarîyên li ser demografîyê anku li ser jimara xelkê ku li navçeyan dijîn bi dûr û dirêj hatîye rohn kirin.

Nermîn xan dibêje lazime kêşe bi rêyên aramî bê çareser kirin.

Rêzdar Osman herwisa li ser meseleyên wek desttêwerdana hikumetên din linav karûbarên hikumeta Iraqê axift.

Gelî guhdaran heke hûn bixwazin guh bidine vê raportê ji kerema xwe re li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî guh bidine bernama 1ê nîvêşevê.