Li Bernama Hello Washington guhdarî bike ku vê carê babet 100 rojên pêşî yên serokbûna Barack Obama ye

Guhdarên hêja hûn dikarin li ser vê lînkê guh bidine bernama Hello Washington : http://www.voanews.com/kurdi/hello_washington.cfm

Weku hemu rojên eynî îro jî li 1ê paş nîvro bi dema Washingtona paytext (demjimêr 9:30ê êvarê bi dema Îranê, 9ê êvarê bi dema Îraqê, 8ê êvarê bi dema Turkîyê û Surî) programa zindî ya Hello Washington tê belav kirin.

Babeta vê carê sebaret bi 100 rojên pêşî yên wezîfa serokatîya birêz Barack Obama, serokê Welatên Yekgirtîyên Amerîka ye.

Mêvanên bernamê: Dr. Kurmanc Gundî mamoste li zankoya Tennesse State University û herwiha Dr. Necmeddîn Kerîm, serokê Enstîtûya Kurdî li Washingtona paytext.

Hevkarê me Dexîlê Şemo mêvandarîya bernama vê carê dike.

Guhdarên xoşdevî, jibo pişikdarî di vê bernamê de bikin;

Jimar ji bo kesên ji her alîyê cîhanê:
1-202-619-3861 (Telefona operatora navneteweyî bikin û jêra bêjin hun dixwazin li ser kîsê vê jimarê telefona wê bikin).

Li Turkîye (Peywendîya Belaş - Call Collect) 0800-314-0115 (Telefona operatorê Turkîye bikin û jêra bêjin hun dixwazin peywendî bi Medya re biken, jimare 1-202-619-3861).