Rojnamevan Ian Williams rewşa Kurdên Iraqê nirxand

Girjîya li navbera alîyên Ereb û Kurdan li ser jimareyek meselan li ser peresendin de ye, ku dinav van de qanuna niftê û bara navçeyên serekekêşeyên wek bajarê Kerkuka bi niftê dewlemend.

Rojnamevanê Brîtanî Ian Williams ku li Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê raport dide dibêje Kurdên Iraqê li ruyê kar kirinê de xwe muxtarin belê destberdarî xewna xwe nebûne ku li paşerojê serxwebûn e ku ev jî tiştek e Welatê Yekgirtîyên Amerîka û Turkîye li dijî wê ne.

Ian Williams ev yek rohn dike ku Kurdên li Iraqê ligel Erebên Sunnî li kêbirkê dane bo kontrol kirina şehrên Kerkuk û Musil. Williams dibêje;

"Ew çende paşda vedigerîte ser hemî dîroka çêkirina Iraqê. Yek ji egerên Brîtanya dest ji sozên xwe yên çêkirina dewletek Kurdî li dawîya yekem şerrê cîhanê berda bi awayek eşkera petrol bû. Li ser bingehê heman hizrê Saddam Huseynî ramalîna nijadî birêve bir û Kurd ji Kerkukê û hemî herêmên din ramalîn û bizav kir ku Ereban li cihên wan bicîh biket. Çarenivîsa Kerkukê hêjta li jêr bahs û gotûbêjê da ye ligel paşeroja rewşa dahata petrolê linavbera hikumeta navendî û çendîn herêmên din."

Li gorî Williams dijayetîya Ankara bo welatekî serbixweyî Kurdî herweke dijayetî kirina hikumeteke herêmî ya Kurdî li Iraq bixwe serekî dijayetî ya Washington e bo serxwebûna Kurdan. Williams dibêje;

"Bi eşkerayî ez hizr dikim eger liber Ankara nebaya, Amerîka dê gelek kêfxweş biba Kurdistanek serbixwe ya hevalê xwe li bakurê Iraqê bibînît û çi egerêt din weku hizra Iraqa yekgirtî jî li pişt wê çendênin. Me pêşwext dîtîye çendîn kesayetîyên siyaseta derve ya Amerîka dibêjin Iraq dinavbera Kurd û Ereban û pişka Ereban jî linavbera Sunnî û Şî'ayan de bête pişik kirin. Ew pirse jibo muddehê sed salekê ye ku dem dikêşit lê belê ew keftîyê jêr bandora şerrî û avayê şerr birêve diçit."

Bi pey destûra nû ya Iraqê, paş dagirkirina Iraqê ji alî Welatên Yekgirtîyên Amerîka ve li sala 2003, ruxana Seddam Huseyn damezirand, piranîya Şî'a û kêmanîya Erebên Sunnî û kêmanîya Kurdên Iraqê dibû beşdarî li rêvebirina Iraqê bikin.

Ian Williams dibêje herçende Kurdên Iraqê bi eşkere derbarê armanca paşerojê ya siyasî nadivên jî belê xwestina wanî bo serbixwebûnê bi çi şêweyê kêm nebûye:

"Jibo her kesayetîyek Kurd dê gelek ne karek di cihê xwe de û ne rewa bît ku bêje ew serbixweyîyê dixwazin. Jiber ku ew çende dê bîte gazî kirina Ankara ku êrîşê bikete ser wan. Ne li ber wê hêceta bahs kirî ku xelkê li Bexdayê bêjine wan ew nesipasîyê û bê wefayîyê dikin. Hemî hizra çêkirina welatan li ser hizra bingehê cudahî û taybetmendîya neteweyî û olî hizra Ewropaya rojava ye ku ya bi rastî her cihê ew hizr gehîştîyê rewş têkdaye û jehr têkirîye. Tenê pêdivîye berê xwe bide Bosnia, ew tiştê li Balkanan dibêjin jibo Iraqê jî rast e. Çima divîya ez bibim kêmanî di welatê te de lê ti nikarî kêmanî bî di welatê min de."

Gelî guhdarên Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka heke hun bixwazin li dirêjahîya vê raportê û nêrînên hin rojnamevanên din jî hevkarên me Heyder Kerîm û Kawa Kurmanc guhdarî bikin ji kerema xwe re li ser rûpela me ya li destê çêpê ya Audioyên Kurdî herin ser Nûçêyên Rojane û îro li bernama 1ê nîvêşevê guhdarî bikin.