Xûnîşadanêt tûnd dijî koştina medenîyan li Efxanistanê

Bo diyar kirina nerazi bona xwe beramberî koştina medenîyan kû dikene binasêt hêrişêt firokêk Amerîkî, xûnîşaderêt tore roja Pênşembî bi ber û kevran dana avahiyêt hikûmetê li rojava Efxanistanê.

Karbidestêt xûcihî dibêjin, polisan teqe kir da xûnîşaderan belave ken li bajêrokê Farah, li parêzgeha kû her heman nav heye. Karbidest dibêjin, bi kêmîve 4 kes birîndar bon kû liwan teqe hatbo kirin.

Xûnîşadan hatine kirin jiber serhatiyekê li parêzgeha Farah vê heftiyê, kû li dîv gotina karbidestêt Efxanî, pitir ji 100 kes bara pitir medenî li hêrişêt firokêt Amerîkî u hêrişêt pewendîdar hatine koştin.

Wezîrê berevanya Amerîka, Robert Gates gote rojnamevanan li Efxanistanê ko desteyek ji lêvekolan yê vekolînê liser destûdarî diket. Wî got, wî golê boye ko şerkerêt Taliban narincûk havêtine xanya da medenya bikojin û wan hêrişa bikene stoyê Amerîka.