Amerîka û Kuba bi rêya karê hunerî têklatîyên xwe germtir dikin

Hikumeta Amerîka û ya Kuba yekem pêngav berev bi domahî înana hevrikîya 50 salan bi rêya hunerî davêjin piştî çend dehan salan ku dihanîn pêşengeha û rêveberên muzexana vegeraneve bo giravê bo kirrîna karên hunerî yêt hunermendên Kuba.

Festîvala Bîyunyel ya Havana rûdana hunerî ya dawîyê bû jiberî têkelîyên ligel rêveberîya serokê berê yê Amerîka George W. Bush têk biçin lê nermîya serok Barack Obama diyar kirî têkelîyêt hunerî careka dî vegerandineve.

Rêkxirakkarekî hunerî bingeh li Havana got pişikdarbûna zor ya Amerîkîya li Festîvala Bîyunyel daxwaza bihêz ya Amerîkîya bo hunerê Kuba dîyar kir. Herwisa got mêhvanên min yêt Amerîkî betir ji 1000 kesa bûn. Ji sedê 95 ji wana yan bo kirrîna parçên hunerî hatibûn yan rêkxerên xirawên ne hukmî bûn.

Rexnegirên dij bi lawaz kirina têkelîya dibêjin eger Kongresê Amerîkî rê bidete piştevanên hunerî yêt Amerîkî seredana Kuba bikin dê gelek kes rû li Kuba kit lê divîya em hizra dakeftina aborîya cîhanê bikin.