Mezintirîn kardarî û banqêt Efrîqa dê 15 milyar dolarêt dî jibo alîkarîya çareserîya kêşeya aborîya cîhanî dê êxine bazarî

Mezintirîn kardarî û banqêt Efrîqa dê 15 milyar dolarêt dî dê êxine bazarî da harîkarîyê biken xwe diber giriftarîya bazarê diravîyê cîhanî bigrin

Peyamhinêrê Dengê Amerîka Scott Stearns li Senegalê raportek hinartîye û dibêjît ev 15 milyar dolare bo hindê ne da bazirganîyê geştir biken û bazarêt diravî xurt biken û pitir deyna biden bo projêt cotkarîyê.

Ev zêdekirine bi harîkarîya dezgehêt diravîyêt Efrîqî ne weku banqa pêşvebirina Efrîqa û dezgehêt diravîyêt cîhanî weku Ajansa Pêşvebirinê ya Fransî, Banqa Kardarîya Ewropî, Komela Hevkarîya Diravîya Elmanî, Banqa Cîhanî û Komela Bazirganîya Diravîya Îslamîya Navnetewî.

Ev ajansê dê jêdera bo hikumetêt Efrîqî peyda ken bo sist kirina giranîyê ku jiber rakeftina aborîya cîhanî peyda bûye.

Banqa Pêşvebirina Efrîqa bizavê diket ku valahîya bazarêt diravî pir biketeve piştî gelek banqêt bîyanî xwe ji Efrîqa vekêşayn û bûyîne eger û banqêt xwocihî neşên wê valahîyê pirbikineve.