Wezîrê Petrola Iraqê  gazindeyan diket jiber derxistin û hinartina petrolê ji layê Herêma Kurdistanê ve

Wezîrê Petrola Iraqê Huseyn El Şehristanî dibêjît girêbestêt ku ji alîyê hikumeta Herêma Kurdistanêva ligel kompanyayêt petrolê yêt biyanî hatîne girêdan bo derxistin û hinartina derveyî welatî ne qanunî ne.

Wezîrî pêşuyî niftê li Iraqê Îbrahîm'l Elum delêt, dil nîyaye lewê cawazî û girifte siyasekan li welatekeyda deşêt çareser bikrên û ew carjî deşêt tewawî samanî newtî welatekey bikar bihênerey.

Îbrahîm'l Elum sitayîşî planî hikumetî Herêmî Kurdistanî kir bo firoştinî newt le çawdewtewanî newtewew ew miştûmirejî behênd wernegirtew ke li ser hikumetî Herêmî Kurdistan rastewxo legel du kompanyayî biyanî da kontraktî kirduwa.

Elum delê: "Em cawazîyane û em nakokîye siyasîyane le rastî de hewwilatîyanî Iraqî le geşekirdin bêbeş dekat. Îca êma pêwîste çareserîyan bikeyn."

Îbrahîm'l Elum delê "Rêberanî hikumetî federalî û Kurdekanîj pêwîste wotûwêj le ser em meseleye bikin."

Qubat Talabanî nunerî hikumetî Herêmî Kurdistan le Welatî Yekgirtuwekanî Amerîka be dilnîyayî ew qiseyî li ser rêkeftinekanî hinardine dereweyî newt dekird û herwihaj li ser manakanî em berhemênaney nûwey neker bo nawçekey belku bo tewawî wilateka.

Birêz Talabanî delêt "Be rêjeyekî berayî 6000 bermîl le rojek da em dirêjeye li demî helmetî azad kirdinî Iraqe we debête yekemîn newtî nuwê le Iraqê rewanî derwe bikrêt. Herwiha yekemîn çelgî newt be em duwayane de le Kurdistan de dozratebetê û newt berhem bihênit û herwiha be lule newt berde, bo Turkîye rewane bikrêt û lêbeşew bê bazarekanî derewe û hewkat dolar bigerête bo nêw xezîney federalî Iraq."

Guhdarên hêja heke bixwazin guh bidine dirêjîya vê raportê ji kerema xwe re li ser rupela Audioyên Kurdî guh bidine bernama 1ê nîvêşevê linav Nûçeyên Rojane.