Sê Amerîkî li Îraqê hatin kuştin

Leşkerê Amerîkî ragehand ku bi sedema peqîna bombeka ser rêkê nizîkî karwanekê Amerîkî li bajêrê Felluce sê kes hatin kuştin ku yek ji wan serbazekê Amerîkî ye.

Karbiestên leşkerî dibêjin karmendekê wezareta derve û karmendekê wezareta berevanî ya Amerîkî di wê peqînê de hatin kuştin.

Ajansa Associated Press ragehand ku her sê qurbanî hevwelatiyên Amerîkî ne.

Peqîna Felluce rojekê piştî ragehandina leşkerê Amerîkî ye ku dibêje jimara hêrişên serekî li meha bûrî 50-ji-sedê hatiye xar.

Li meha 4-Nîsanê 28 hêriş li Îraqê hatin kirin.