Wezîrê Bazirganîyê berê yê Iraqê li firokexanê hate girtin

Polîs Wezirê Bazirganîyê yê berê yê Iraqê Felah El Sudanî girt bi egera gumana têkelî hebûn bi gendelîyê piştî ku wî bizav kir ku ji welatî derkeve.

Sabah El Saîdî yasadanerek li parlamana Iraqê ji peyamhinêran re roja şembîyê got wezîrê berê xwestîye ku bireve bi firokeyeke ku berev Mîrgehên Yekgirtîyên Erebî diçû belê ferman hatîye ku firoke vegere da ku karbidest karibin wî bidin girtin.

Li destpêka vê mehê Sudanî dest ji karê xwe vekêşabû û ji alî parlamanê ve lêpirsîn lê hatibû kirin li ser gumana ku xizm û kesûkarêt wî yên li wezaretê di kontraktên kirrîna ji derve de gendelîyê kirine û bertîl wergirtine.

Wezareta Bazirganîyê şekir, nîsk û tiştên xwarinên yên din dikire da ku piştevanîyê bike ji bernameke hikumetê ya firotina sînordar.

Jiber gumanan yek ji birayên wezîrî hatibû girtin û yê din jî xwe veşartibû.

Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li nûçeya derbarê vê babetê gudarî bikin ji kerema xwe fayla dengîya destê rastê klîk bikin.