Polîsê Pakistanî: Bi sedan kes li xandingehekê hatin revandin

Polîsê Pakistanî ragehand ku çekdaran bi kêmî ve 300 xwendevan, mamosta û kes û karên wan li herêmeka eşîretan li bakûrê rojavayê welatî revandin.

Karbidestên polîsî dibêjin çekdaran karwanekê otombîlên xandingeheka kurran li Wezîristana Bakûr, nêzî tuxîvê Afganistanê, revand.

Talîban û çekdarên ser bi El-Qayde li Wezîristana Bakûr û deverên dî yên eşîretan li bakûrê rojavayê pakistanê bihêzin.

Revandina hevwelatiyan di demekê de ye ku operasyona leşkerê Pakistanê dijî çekdaran li beşên dî yên bakûrê rojhet berdewame.