Li Îranê li encama teqe kirineka li basekê kesek tê kuştin

Dezgehên ragihandina Îranê didine zanîn ku dinav bûyera tundûtûjîya dawîyê da li başûra rojhilata welatî di encama teqe kirina çend kesên çekdar li basekê kesek hatîye kuştin û duyên din jî birîndar bûyîne.

Berpirsê polîse herêmî Ahmed Riza Radan roja sêşembîyê gote ajansa dengûbahsêt IRNA ku teqe kirin demekê çêbûye ew bas li rojavayê Zahdanê di rêkê da bû.

Ew alozî li demekê çêdibin ku pitirî 30 kesan li peywendî ligel tundûtûjîya tîreyî li Zahdanê hatine girtin, ew jî piştî wê teqîna bikuja heftîya buhurî ku dinav mizgeftek Şî'ayan de çêbûy û di encam da 25 kes hatine kuştin.