Di bernama mêzgirta vê heftîy da hevkar Belên Salih digel mêvanên xwe hewl dide ku ronahî bide ser meseleya Kurdan li Turkîye bi taybetî paş ragihandina nûçeya ku serokkomarê Turkîye Abdullah Gul derbarê mesela Kurdî li welatê xwe gotibûher çi nav lê bê kirin bila bê kirin ya grîng ew e ku kêşeyek heye û divêt bête çareser kirin.
Mêvanên bernamê: Fettah Zaxoyî Berpirsê Ragihandina Hizba Zahmetkêşanên Kurdistan, herwiha Dr. Cebbar Qadir, şarezayê karûbarên siyasî yên Rojhilata Naverast.
Mêvanên bernamê kêşeyê ji alî leşkerê Turkîye ve, dezgehên ragihandinên welatî û partîyên siyasî ve nirxandin.
Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li bernamê guhdarî bikin ji kerema xwe li destê rastê pêl li lînkên guhdarî kirinê bikin.