Derman Xetarî ji Dengê Amerîka re peyivî li ser çêkirina encumenek cûda ji Civata Musil

Behs heye ku bizav tê kirin bo pêkînana encumenek cuda ji Civata Musil bo birêve birina karûbarêt herêmêt dorûberên Musil.

Derman Hecî Xetarî endamê Lîsta Birayetîya Nînova dibêje em nuneratîya 16 beşên îdarî dikin li Musilê û em dixwazin li van deveran meclîsek nû bo xwe çêkin da îdara van devera bikin.

Birêz Xetarî dibêje em nesîhetekê li hikumeta Musil dikin ku ew neyêne van deveran heta ku ev pirsgirêk çareser nebit û muşkîla navbera herdu lîstan çareser nebit, an dê nexwoşîyek mezin çêbit.

Rêzdar Derman Hecî Xetarî herwisa li ser hewlên navberî kirinên ji alî Christopher Hill ve axift.

Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe li destê rastê pêl lînka hevpeyvînê bikin.