Hevalbenda ser bi rojava ya Lubnanê serkeftina xwe li helbijartina perlemaniya roja yekşembî ragehand.
Di gotarekê de ji bo piştevanan, rêberê zorîne li perlemana Lubnanê, Se'd El Herîrî, serkeftin bi ser hevalbendî ya bi rêberayetiya Hizbullah ragehand ku ji layê Sûrî û Îranê ve piştevanî lê dihête kirin. Herîrî got evro rojeka mezine ji bo dîmokrasiyê li Lubnanê.
Endamên partiyeka Kiristiyana hevalbenda Hizbullah pênas bi şikista xwe kir. Ne aşkeraye jimara kursiyên her hevalbendiyekê çendin ji ber ku encamên fermî hêşta nehatîne ragehandin.
Wezîrê Lubnanî Ziyad Barûd got rêja beşdariya dengderan bi kêmî ve 52 ji sedê bu, bi hevberî kirin digel 45 ji sedê li helbijartina perlemanî ya bûrî li sala 2005.