Îranî dinav hilbijartinên serokkomarîyê de dest bi dengdanê kirin

Ev hilbijartin dê bîte bêryekanîyek tund linavbera serokkomarê niha yê Îrane Mahmud Ahmedînejadê kevneparêz û kandîdayê sereke yê reformîstan serokwezîrê berê Mîr Huseyn Musewî.

Rêberê pille-bilindê Îranê Ayetullah Alî Xamaney îro zû dengê xwe da û daxwaz li dengderan kir ku ew jî pişikdarî hilbijartinan bin. Wî daxwaz li Îranîyan kir ku sîngfireh û aram bin û xwe dûr biken ji hemî karekê ku alozî lê çêbit.

Hilbijartinên serokatîyê piştî tometbar kirinêt bilind da birêve diçit ku dinav bizavêt hilbijartinê û miştûmirêt rûberûyêt televizyonî yêt kandîdayan hatine kirin.

Hejîyî gotinê ye ku Mehdî Kerrubî yê serokê berê yê parlamanê û Muhsîn Rizayî, qumandarê berê yê Supayên Pasdaran jî dinav kandîdayan da ne.

Serokkomarê Îranê yê gelek bahs û miştûmir li ser heyî Mahmud Ahmedînejad dinav hilbijartinên îro eynî da jibo gera duwê ya serokatîyê berev rûyê zehmetîyek mezin e ji alîyê kandîdayê reformîstan ve.

Ahmedînejadê 52 salî piştevanîyek mezin ji alîyê Supayên Pasdaran û Hêza Besîj ve lê tê kirin. Rexne li ser siyasetên wî yên aborî hatine girtin ku diravê petrolê bi heder daye û di warê navnetewî de bo Îranê zehmetî çêkirine.

Mîr Huseynê Musewî rikeberê sereke yê Ahmedînejad serokwezîrê nermrê yê berê kesek e bi hêdî û nermî di axivît. Ew ji nişkêva hate meydanê û di mehêt buhurî de gelek alîgir peyda kirin û wî rexnêt tund li Ahmedînejad girtine û dibêjît dê pêywendîyêt Îranê û rojava baştir biket.
Ew 67 salî ye û xwe weku kesek reformîst didete nasandin.

Du kandîdayêt din jî melayê reformîst Mehdî Kerrubayê 72 salî, serokê berê yê parlamanê ye û rexnegirek sereke ye li serokkomar Ahmedînejad û herwisa kandîdayê çarê jî Muhsîn Rizayî, qumandarê berê yê Supa Pasdaran e û ew rexnê li siyasetên aborîyên Ahmedînejad digrît û xwe 54 salî ye û dibêjît li ser pirsêt herêmî dixwazît bi Amerîka re hevkarîyê biket.