Teqe li xunîşadaneka ser bi komela hevrik li Tehranê hate kirin

Şahid li Tehranê dibêjin teqe li xunîşandaneka ser bi komela hevrik li paytextê Iranê hate kirin, ko bo egera belav kirina bi kêmîve 100 hizar kesan ko nerazîbona xwe diyar dikir bramberî encamêt helbijartina serokatiyê ya kêşe liser.

Wênegirekê Iranî ko evro li cihê xunîşandanê bo got, çekdrarêt ser bi milîşyayêt hikumetê teqe li xunîşanderan kir û bi kêmîve xunîşanderek hate koştin li dervey avahiyekê hêza Basij li Tehranê.

Bi dehan hizar Iranî li naverasta Tehranê kom bon da gohê xwe bidene gotera berbijarê gohorînxaz bo serokatiyê Mîr Husên Mousevî, weko bersîgitinek bo berbend kirineka hikometê.

Rêzdar Mousevî liser banê otomîlekê rawestîya da bi rêka borîzanekê da bo xirvabona piştevanêt xwe baxvit. Xelk gorbona ser cadêt paytextî, herçende hikumetê hişdarî dabo ko xunîşandan dê ne qanonî bit.

Xunîşederan bo piştevanîya rêzdar Mousevî dirîşm didan u jê dixast ko dengêt wan ji helbijatina roja Heynî vekêşteve. Encamêt resmî serkeftineka mezin da serok Mahmoud Ehmedînijad û rêzdar Mousevî pileya diwê bi destve îna.