Berbijarê serokatîya Îranê yê sernekeftî Mîr Huseyn Musevî soz da ku li hemberî givaşa bi dawî înana nerazîbûna xwe li dijî derencamên hilbijartinên serokatîya Îranê raweste.
Di belavnameyekê de li duhî pêncşembîyê li ser malpera xweyî dengûbahsan ya bi navê Kelamê ya Sebz, rêzdar Musevî got ew xwe dûr naxe ji parastina mafên xelkê Îranê.
Wî got ew rûbirû sengîyê dibe da dev ji armancê xwe berde, belê daxwaz ji piştevanên xwe kir da berdewam be li ser nerazîbûnê belê bi awayekê ku girjî peyda nebit.
Rêzdar Musevî sernekeft di hilbijartinên serokatîya Îranê beramber Mahmud Ahmedînejad di hilbijartinên 12ê vê mehê de ku dibêje fen û hîle têde hatibûnkirin.
Belê rêberê bilindê Îranê Ayetullah Alî Xamaney û Civata Zêrevanîyê dibêjin encam nayên guhertin.
Nêzîkî yek heftî paş hilbijartinê piştevanên Musevî xwenîşandanên mezin li Tehranê û li bajarên dinî mezinên Îranê kirin.