Li destpêka roja pêncşemê pêleke bilinda hêzên Amerîkî û Afganî daketin nav bingehên qewî yên Talîban li başûra Afganistanê û dest bi yekem mezintirîn kiryara bi fermana stratejîya nû ya serokê Amerîka Barack Obama kirin bo aram kirina welatî.
"Operasyona Xencer" li ber destê sibehê dest pê kir demê 4000 serbazên Marin û 650 polîsên Afganî bi karwaneke otomobîlên çek-barkirî û tevî helîkoptêran berev çemê Helmand ve birêketin.
Karbidestekî leşkerê Amerîka got armanc ew e ku hêzên Amerîkî û Afganî li wir bimînin da ku xirabkar ji deverê birevin û berî hilbijartina serokatîyê li 20ê meha heyşt-Tebaxê ew dever aram û bi tenahî be.
Li Afganistanê danana afyonê zêdetirîn li parêzgeha Helmandê yê ku 90% eroîna cîhanê ji vê deverê tête berdest kirin. Esrarfiroş jibo xirabkarên Talîban jêdereke girînga parewergirtinê ne.