Rêberên opozisyona Îranê di behîya xwenîşanderan de beşdar dibin

Rêberên reformxwazên Îranê hewl didin ku beşdar bibin di reûresmên binaxkirina xwenîşanderan de yên ku di xwenîşandanên nerazîbûnê de hatibûn kuştin paş jinûve hilbijartina Mahmud Ahmedînejad.

Malperên înternetê yên Mîr Huseyn Musevî û Mehdî Kerrubî dibêjin herdu berbijarên ku di hilbijartina serokatîyê de sernekeftîbûn wê roja pêncşembîyê li goristana Behiştî Zehra li Tehranê beşdarî behîyê bibin.

Nîda Axa Sultan yek e ku di xwenîşandanan de hatibû kuştin û dîya wê dê tevî van rêberan here goristanê bo rêûresma buhurîna 40 roj bi ser kuştina keça wê de. Nîda di xwenîşandanên nerazîbûnê de bûbû wek nîşanekê piştî ku li ser malpereke înternetê vîdyoyek kuştina wê hatibû belav kirin.

Medyaya Îranê kuştina gelek xwenîşanderan ragihandibû paş hilbijartina li 12ê meha şeş-Xizîranê.

Raport dibêjin ku 20 xwenîşander dê bêne dadgeh kirin li rojên pêş bi tawanên weku hilgirtina çekan û narincokan.

Bizavkarên siyasî, rojnamevan û hinekên din hatibûn girtin dinav kiryaran de li dijî xwenîşandanên nerazîbûnê yên paş dengdanê.