Serok Obama û serok wezîrê Îraqî kom dibin

Serok wezîrê Iraqê Nûrî El Malikî heftîya bêt dê digel serokê Amerîka Barack Obama li Washington kom bit.

Seraya Sipî di belavokekê de roja çarşembî got, her du rêber li 22 heyva heft dê kom bin da li ser karnameka berfireh derbarê pirsêt cihê aloziya herdu aliyan danûstandinan biken. Belavok dibêjit, Amerîka û Îraq têkelîyêt nizîk hene û hevalbendin di avakirna Îraqeka tenah ko pişta xwe bi xwe girê bidet bi rêka bazerganiyê, xandindê û vekêşana hêzêt Amerîkî.

Hêzêt Îraqê berpisyarya parastina bajêrêt serekî bi dest xwe ve girtîye, piştî vekêşana hêzêt şerker yêt Amerîkî ji bajêran heyva bûrî.

Vekêşana Amerîka pişkeke ji rêkeftineka parastinê ya Amerîka û Îraqê ku li dîv wê li dûmahiya sala 2011 hemî hêzêt Amerîkî dê ji Îraqê hêne vekêşan.

Serê vê heftîyê, şandeyeka Îraqî bi rêberîya wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî digel sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki moon li New York kom bû. Wezareta derve ya Îraqê di belavokekê de ragehand ku li kombûna roja dûşembî behsê tolêt N.Y. hatin kirin ku li demê rêberê berê Seddam Hûsênî li ser Iraqê hatbûn danan.

Belavok dibêjit, karbidestêt Iraqê got welatê wan pêşveçûn kirye li bi çih hênana daxazêt navneteweyî. Karbidesta dawa diyar kirina rojekê kirye ku hemî tole liser Iraqê bên rakirin û ka dê çi li benda heft ya destûrnama N.Y. hêt.