Endama Demokrata Kongresa Amerîkî Anna Eshoo li ser paşeroja kêmanîyên olî li Iraqê axift

Endama Demokrata Kongresa Amerîkî ji wilayeta California Anna Eshoo û Frank Wolf yê Komarîye wilayeta Virginia nameyek ji serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî re nivîsandibû li demê seredana wî bo Washington û têda xema xwe diyar dikin li ser paşeroja kêmanîya olî li Iraqê bi taybet piştî hêrîşên li ser jimareka kilîseyên Krîstîyana çend rojan piştî vekêşana serbazên Amerîkî ji nav bajarên mezinên Iraqê.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka xanim Anna Eshoo got mebest ji nivîsîna wê nameyê ew bû ku serokwezîr Malikî agahdar bitin ku em li Amerîka piştevanîya kêmanîyan li Iraqê dikin.

Di wê nameyê de li ser ka wan daxwaza çi kiryara kiriye bo rawestandina tundûtûjîyan dijî kêmanîyên olî xanim Eshoo dibêje:

"Berî her tiştî heta tu bi tiştekî qayîl bî divê tu têbigehî û ez nizanim eger hikumeta Iraqê çavêt xwe ji van tundûtûjîya digrit yan nevêt bibînitin yan reng e bibînit belê karekî li hember biketin ji rûyê parastinî ve, û ez bawer dikim egera sêyê ew e çinku ew Mesihî ne her weke nîşanek li ser enîya wan bitin, gefe li wan têt kirin malên xwe bihêlin, gelek ji wana rû dikene Herêma Kurdistanê yan welatên hevsînor."

Xanim Eshoo bixwe keça penaberek Mesihîyê Iraqî ye, bapîrê wê hatîye Amerîka ji sala 1993 were xanim Anna hatîye hilbijartin weke endamek Civata Nuneran li Kongresa Amerikî ji wilayeta California.

Niha xanim Anna mijulî daraştina zimanê pêşnîyazekê ye ku hîvî diketin Civata Senatoran pesend biketin, li gora wê dê hikumeta Amerîkî 20 milyon dolaran terxan biketin bo alîkarîya olî li Iraqê û gehêtina wan kesên pêdivî pê heyî. Xanim Eshoo dibêjetin:

"Niha Civata Nuneran ew hezze heye ku ew pare dê rastewxwe bigêhît û alîkarîya wan kesan biket ewên pêtir pêdivî pê heyîn û bi taybet ewên li Kurdistanê dijîn."

Xanim Eshoo herwisa dibêjit:

"Ez bawer dikim divê yek minêkar bitin ku gelek Keldanî û kêmanîyên din revîne bakûr, pênasîn bi mafên wan egera hindê ye. Evcar egerya yekê jî liber mesela parastinê ye. Herçende gelek girjîya dîrokî heye li nêvbera Xirîstîyan û Kurdan da belê niha rojeke nû heye. Em dizanin Kurd jî bûbûn qurbanîyên rejima Seddam Husyen û niha ew bawer dikin Amerîka dosta hemûyan e."

Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.