Qumandarê Hêza Hevalbendîyê li bakûra Iraqê dibêje herçende zora wê bi tundî hatibe birin jî hêzên El Qaîde dîsa dest bi bizavên xwe kirine belê dibêje ev tora terorê ewqas hatîye qels kirin ku hêzên hikumeta Iraqê dikarin rê li ber belav bûna tundûtûjîye bigrin.
Qumandarî li bajarokê Tikritê Iraqê li ser satelaytê axift digel peyamhinêrên li Pentagonê.
Robert Caslen, Generalê Bilindê leşkerê Amerîka dibêje herçende çendîn hêrîşên mezin li van heftîyên dawîyê qewimîne jî ku hin ji wan li devera wî bûne, jimara temamê hêrîşan bihevre kêm e.
General dibêje li bajarê Musilê berî ku hêzên Iraqî kontrolê wergirtin serê heftîyê 42 hêrîş di qewimîn belê niha heftîyê 29 hêrîş diqewimin.
Belê Caslen piştrast dike ku El Qaîde hêjta hêzeke pêkhatî ye û gelek hêrîşên wê yên vê dawîyê bi teqandina bombên bihêz e ku pê jimareka mezina Iraqîyên sivîl hatine kuştin.