Rêberê opozisyona Îrane Mîr Huseyn Musewî dibêje hal û mercên girtîxaneyên welat nîşan didin ku pêdivî bi gorîneke mezin li Îran heye.
Li ser malpera xwe ya Înternetê duhî ragihand ku raportên vê dawîyê dibêjin hinek kesên ku di tundûtûjîyên paş hilbijartinê de hatine girtin îşkence li wan hatîye kirin.
Herwisa komeleya mafên mirovan Lêxwoşbûna Navnetewî anku Amnesty International daxwaz ji Îranê dike ku bihêle çavdêrên navnetewî beşdar bibin li çavdêrî kirina dadgeh kirina 100 kesên ku bi desthebûna xwenîşandanên nerazîbûnê yên paş hilbijartinê têne tawanbar kirin.
Sekretera giştîya rêkxistina Amnesty Irene Khan dibeje belgenameyên qewî hatine ragihandin ji alî berbijarê neserkeftî yê serokatîye Mehdî Karrubî ku ji alî karbidestên tenahîyê ve destdirêjîya ser namûsê li hin girtîyan hatîye kirin di girtîgehan de. Peyivdarê parlamana Îranê îddîayên muameleyên nerewa yên bi girtîyan re red kir.
Karbidestên Îranî bi hezaran xwenîşanderên nerazîbûnê girtine yên ku dibêjin gendelî û hîle di hilbijartina serok Mahmud Ahmedînejad de hatîye kirin. Hikumet hêjta jî dibêje hilbijartin rewa û bi rêkûpêk bûye.