Hikumeta Iraqî dibêjît wê karvekêşana yek ji herdu cêgirêt serokwezîrî qebul kirîye ku li ber e pişikdarîya hikumeta Herêma Kurdî biket li bakûr.
Peyivdarekî hikumetê got serokwezîr Nurî El Malikî karvekêşana Berhem Salih evro qebul kir.
Hikumetê hîvîya xwe diyar kir jiber têkelîyêt xurt digel Salihî ku harîkarîyê biken bo kêm kirina alozîya navbera Bexda û Herêma otonom ya Kurdistana Iraqê.
Rêveberîya Bexda jêknegirtin digel Kurdan hene li ser kontrol kirina deverêt dewlemend bi petrolê weku bajêrê Kerkukê.
Rêzdar Salih şîretvanê serekî yê Malikî bû li ser pirsêt aborî û petrolê. Çaverê dihate kirin ku Salih karê xwe bicê bihêlît piştî hilbijartinêt meha buhurî li Kurdistanê.