Proposal: ASSISTANCE TO THE MEDICO-LEGAL INSTITUTE OF BAGHDADRêûresma behîya senatorê koçkirî Edward Kennedy îro pêncşemê
li Massachusetts dest pê dike.
Ew qanundanerê demokrat li roja sêşemê li temenê 77 salî paş çend salên bi
nexweşîna şêrepenceya mejî koça domahîyê
kir.
Berî ku bê veşartin tabuta Edward Kennedy dê li Bostonê, li Kitêbxane û
Muzexana Serokatîyê ya John F. Kennedy bê danan da ku xelk karibin heta roja
eynî rêza xwe nîşan bidinê.
Çaverê tê
kirin ku bi hezaran kes rêza xwe nîşan bidin û ku rêûresma behîyê dîsa li
Bostonê li avahîya Our Lady of Perpetual
Help Basilica bête kirin.
Cihê bahsê ye ku dê li derengîya roja şemîyê cendekê Senator Kennedy li
Goristana Niştimanî ya Arlington'a nêzî Washington li nêzîkî gora serokê berê
John F. Kenedy û birayê wî yê din Robert F. Kennedy bê veşartin.