Li Kerkukê endamên malbateke Kurd hatin kuştin

Desthilatdarên Iraqî dibêjin jimareke çekdaran hêrîş kirîye ser mala polîsekî Kurd li bajarê Kerkûkê, li bakûra Iraqê û jina wî û sê zarokên wî kuştine.

Karbidest dibejin di demek zû de îro yekşemê dema ku polis ne li malê bûye, çekdar çûne mala wî û demê ku ew di xewda bûne teqe li jina wî û zarokên wî kirine.

Peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Yehya Berzincî ji Kerkukê zanyarîya zêdetir radigihîne û dibêje; li wê rûdana ku li Kerkûkê qewimîye, kesên ku hatine kuştin kesûkarêt Musawad Umîd Evdilhemîd in ku karmendekî polîsê qeza û nahya Kerkûkê ye û rûdan li wê demê qewimîye ku Umîd Evdilhemîd jibo xwe bigihîjîne kar li demek zû ji mal derketîbûye. Nezîre Xerîb a 17 salî li tenişta Muhammedê du salî, Sasanê şeş salî û Avana neh salî hatine kuştin. Polîs dibêje ji rengê rûdanê xuya ye ku çêkdar çend kes bin. Gelî guhdaran heke bixwazin li dirêjahîya vê raportê guhdarî bikin lînka li destê rastê lêdin.

Herwisa li Kerkukê piştî teqîna du bombeyên ku milîsan li ser rê çandibûn û desteyeke çavdêrî ya heza asayîş kiribû armanc, bi kêmîve sê polîs birîndar bûne.

Rewşa tundûtûjîyê li Kerkukê berev jor ve hildikşe. Bajarê Kerkûkê bi niftê dewlemend e û Kurd dixwazin ku ew bêxine nav Herêma nîv otonoma xwe.

Piranîya Ereb û Turkmen li dijî wê yekê ne û dibêjin dive parêzgeha Kerkûk li jêr kontrola hikumeta navendîya Iraqê bimîne.