Cîgirê serokê Amerîka seredana Îraqê kir

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden seredana Îraqê kir ji bo encam dana kombûnan digel rêberên Îraqî û serbazên Amerîkî.

Seraya Sipî ragehand ku birêz Biden digel serok wezîrê Îraqî Nûrî El-Malikî, serokê Îraqî Celal Talebanî û serokê herêma atonomî ya Kurdistanê Messûd Barzanî kom dibe. Birêz Biden herweha bi karbidestên Neteweyên Yekgirtî re kom dibe.

Seraya Sipî ragehand ku birêz Biden dîsa pêgiriya bihêz ya Amerîka bi paşeroja Îraq û yeketiya niştîmanî diyar dike.

Cîgirê serokê Amerîka hat destnîşan kirin wek berpirsê rêbaza rêveberiya serok Obama biramberî Îraqê, di demekê de ku Amerîka xwe amade dike hêzên xwe li Îraqê vekêşît.

Seredana roja sêşembî, sêyem seredana Biden e bo Îraqê di vê salê de.

Bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike; raporta peyamnêrê Dengê Amerîka Goran Tewfîq li Bexda.