Selîm Temo û Perwedeya Kurdî li Zanîngeha Artûklû

Sazîya Perwerdeya Bilind ya Tirkîye (YOK) hefteya bihorî, li Zanîngeha Artûklû ya Merdînê, biryara vekirina enstîtuyeke da ku tê de Kurdî jî bête fêr kirin. Dihate çaverê kirin ku, YOK biryara vekirina

Beşa Ziman û Edibiyata Kurdî bidê, lê beravajîya wê yekê, biryara vekirina Enstîtiya Zimanên Zindî hate dayîn. Serî de, rektorê

Zanîngeha Artûklû Serdar Bedî Omay û mamosteyên zanîngehê, gelek kes û sazî yên cihê nerazîbûnên xwe li hember wê biryarê anîn ziman. Li ser vê yeke, hevkarê me Robîn Reşvan hevpeyvînek bi Selîm Temo re kirîye ku, mamosteyê

Zanîngeha Artûklû ye. Birêz Temo dibêje, me hêvî dikir ku YOK biryara vekirina Beşa Kurdî bide, lê li şûna wê, vekirina Enstîtuya Zimanên Zindî da. Biryareke pir şaş e, jiber ku zimanê bi mîlyonên kes, hejayî beşeke serbixwe nehatîye dîtin û navê enstîtuya pêşnîyar kirî jî, ne enstîyuya Kurdî ye jiber nexwestine navê zimanê Kurdî bikar bînin loma jî, jê re wî navî dane.

Gelî guhdaran, heku bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê kilik bikin.