Karbidestên Filipînê dibêjin bahozeke mezina
Tayfunê li parêzgeheke bakûrê welatî daye, ku pê dar qelibîne, elektrîk qut
bûye û banên xanîyan hilweşîyane.
Karbidest dibêjin ku Tayfuna Parma ku bi zimanê xwecihî wek Pepeng tê nasîn
evro roja şembîyê li parêzgeha Cagayan li erdê daye belê hêjta agahî nine ku
kes pê mirîye an na.
Li Manila çaverê dihate kirin ku lehîyeke mezin rabe belê ji ber ku bahoz berev
bakûrve çû av ranebû li paytexta ku heftîya buhurî bahozeke mezin bû egera
lehîyekê ku di nav deh salên buhurîde ya mezintirîn bû.
Seroka Fîlîpînê Gloria Arroyo fermana "rewşa karesatê" û valakirina şeş
parêzgehan da li vî welatê giravî.
Komandarê hêza Amerîkî li devera Pasîfîk Admiral Timothy Keating dibêje du
keştîyên Hêza Deryayî ya Welatên Yekgirtî ku çend sed serbazên marîn lê
siwarin, li qerexê Manila amade ne ku alîkarîyê bikin piştî ku bahoza Tayfunê
derbaz bibe.