Tirkîye û Ermenistanê rêkeftineka dîrokî mor kir ji bo asayî kirina têkeliyên nêvbera herdu welatan piştî deyan salên girjî û aloziyan.
Wezîrê derve yê Ermenistanê Edward Nalbandian û wezîrê derve yê Tirk Ahmet Davutoglu di rêwresmekê de li Swîsre ew rêkeftin mor kir bi amadebûna wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton.
Li Ankara, Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan roja yekşembî got pêtiviye Ermenistan serbazên xwe ji Herêma Nagorno-Karabax vekêşit berî Tirkiye sinorê xwe digel Ermenistanê veket.
Hevdem li Yerîvanê, paytextê Ermenistanê, xwenîşandanek hat kirin dijî wê mor kirina wê rêkeftinê.