Îbrahîm Bînîcî Derbarê Seredana Serokwezîrê Tirkîye Jibo Îraqê Dipeyve

Di hepeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkî de, Îbrahîm Bînîcî, parlamenterê Partîya Civata Demokratîk (DTP) ji bajarê Rûhayê derheqa civîna hevkarîya navbêra Tirkîye û Surîyê dipeyive û her wiha, seredana serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyip Erdogana bo Îraqê dike.

Birêz Bînîcî dibêje, kombûna hevkarîya navbêra Tirkîye û Surîyê rind derbaz bû û ew kêşeya Kurdên Surîyê anîne rojêva civînê. Rêzdar Bînîcî rêxne li karbidestan digire ku nehêlane parlamenter pişikdarîya kombûna yekê ya li Halebê bikin. Bînîcî her wiha dibêje, serokwezîr Erdogan ne samîmî ye ku pirsa Kurdî çareser bike loma jî seredana herêma Kurdistanê nexistîye bernameya xwe ya Îraqê.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilik bikin