Hejmara Penaberan li Welatên Pêşketî Zedetir Dibe

  • Lisa Schlein

Raporta Rexistina Bilinda Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dest nîşan dike serîledana penaberî yên Îraqîyan, li gorî sala borî, 1 ji 3 hatîye xwarê. Lê, pirsname dide zanîn, penaxwezên Îraqî îsal jî, cara çaran ser hev de, di rêza yekê da ne.

Di rêjeya zede bûna serîledanan de, Afganî di rêza dûyê û Somalî jî di rêza sêyê da ne. Ajansa Penaberana Neteweyên Yekbûyî radigîhîne, xirab bûna şert û mercên ewlehîyê, gelek kesan mecbûr dike ku, xwe bistrenîn welatên derve.

Berdevka UNHCR Fatumata Lecene Kaba, ji Dengê Amerîka re dibêje, pêzanînên dest me nîşan didin rêjêya serîledanên penaberîyê ne wekhev in û ne dîyar e, çima hinek welatî bo penaberîyê diçine heman dewletan.

“Wekî mînak, piranîya Îraqîyan daxwaza mafê penaberîyê dikin, ji Almanya, Hollanda, Swed û Tirkîye. Somalî jî, dîsa ji Hollanda, Swed û Îtalya daxwaza mafê penaberîyê dikin. Ne zelal e çima ûsa ye, lê, em dizanin ku qanûnên penaberîyê bandorê li ser hatine penaberan dikin.”

Wekî nimûne, pirsname derxistîye holê ku, hejmara Îraqîyên ku daxwaza penaberî ji Swedê kirine, bi awayekî ber bi çav hindik bûye û ji neh hezaran ketîye hezar kesan.

Kaba dibêje, sedema wê yekê, biryara dadgeheke Swedî ye ku, gotîbû Îraq edî ne welatekê şêr û pevçûnan e. Belê, UNHCR bawer dike, bingeha daxwaza Îraqîyana penaberîyê heye û Kaba dibêje, hîn wext nehatîye ku Îraqî paş de werine zivirandin

“Divê dewletên cîhanê, Îraqîyên ku, Bexda jî nav de, ji parezgeh (wîlayet)ên navendî tên venegerînin Îraqê. Piranîya Îraqî yên ku daxwaza penaberîyê dikin, ji van herêmana tên. Bi kurtî mirov bêje, vê gavê ne ewle ye ku xelk bo wê derê bêne şandin.”

Raport dide zanîn, Ewrûpa 75 % hemî penaberan dihewîne, lê Amerîka bi rêjeya 13 % mezintirîn welatî cîhanê ye ku penaberan qebûl dike. Fransa piştî Amerîka di rêza duyê da ye, Keneda, Brîtanya û Almanya jî dû wan wan tên.