Serokê Komîsyona Hilbijartinê li Iraqê dibêje wî huşdarî daye qanundaneran
ku roja pencşemê qanuna hilbijartinê pesend bikin da ku hilbijartinên seranserî
vî welatî li ser dema xwe birêve biçît.
Evro çarşemme, Ferîc'l Heyderî ev muhlete dîyar kir. Hilbijartinên giştî qewle ku li 16ê meha yek
bêne kirin.
Qanundaner miştûmir hene sebaret bi rêgeyî dengdan
bo Kerkuka miştûmirliser ku rûniştevanên wê Kurd, Ereb û Turkmanin.
Yek ji wan meselên ku qanundaner miştûmir li serê dikin ew e ka gelo tomar anku
qeyd kirina dengderan ya niha bo Kerkuk bikarbînin ku bi qazanca Kurdan e, an jî
tomara dengderanên sala 2004 bikar bînin ku bi qazanca Ereban e.
Li destpêka vê heftîyê Cîgirê Serokê Amerîka ji karbidestên Iraqê xwest ku çi
ji destê wan tê bila bikin da ku dengdan li ser dema xwe bête kirin.
Gelî guhdaran, herwisa derbarê vê babetê hevkarê me Belên Salih digel Xalid
Şiwanî, endamê Hevpeymanîya Kurdistanî li Parlamana Iraqê hevpeyvînekê kirîye. Rêzdar Şiwanî di hevpeyvînê de behsê
şertên nunerên Neteweyên Yekgirtî dike bo qanuna hilbijartinê û dibêje me şertê
yekê û duwê qebul kirîye lê ya sisê emê qebul bikin bi şertê sê guhorîn li ser
beşên ku li dijî Destûrê ne herwisa me ji Neteweyên Yekgirtî xwestîye ku ew xwe
neke beşeke kêşeyên navbera pêkhateyên Iraqê.
Herwisa peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Goran Tewfîq raportekê ji Bexda şandîye ku tê de dîtina hemu alîyan radigihîne. Hevkar Janî Dilyan jî digel Felakkedîn Kakayî endamê Yekîtîya Parlamantarên Kurd li ser vê babetê hevpeyvînekê kirîye.
Heke we bivê hun guh bidine dirêjahîya van raport û hevpeyvînan ji kerema xwe li ser
bernameya me ya heyştê sibeha îro li wan guhdarî bikin.