Îhsan Arslan jibo Paşeroja Tirkîye Geşbîn e

Di hevpeyvîna taybeta Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Îhsan Arslan, nûnerê Dîyarbekirê li parlemana Tirkîye behsa gotûbêjên li ser pirsa Kurdî û mafê mirovan dike. Birêz Arslan ku parlemanterê Partîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye dibêje, pirsa Kurdî di rojekî de derneketîye ku, di demeke kin de bête çareser kirin.

Wekî bersîva rexneyên li hember AKP ku qala guhartina qanûna bingehîn nekirîye, rêzdar Arslan dibêje, divê meriv rastbîn be, çimkî 338 kursîyên AKP têre nake ku qanûna bingehîn biguhere. Heku kursîyên AKP û DTP bînî ser hev dike 358 deng û ew dîsa nagehejîn 367 dengên ku jibo quhartina qanûna bingehîn pêdivî ye.

Arslan bersîva pirsa me ya derheqa vekirina Weqfa Şivan Perwer jî dide zanîn ku ew û çend hevalên wî, ji alîyê hunermendê navdar Şivan Perwer ve hatine vexwandin û ew jî bi dilgesî tevli vekirinê bûne li bajarê Bonn li Almanya.

Gelî guhdarên hêja, hekû bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, kerema xwe lînka destê rastê kilîk bikin.