Serok Obama pêşwazî li serokwezîrê Hindistanê dike

Serok Barack Obama roja sêşembî pêşwazî li serokwezîrê Hindistanê Manmohan Singh dike.

Di rêûresmekê de li Seraya Sipî, serok Obama got Amerîka û Hindistan dikarin bi hev re kar bikin ji bo çareser kirina arîşên cîhanê weke hejarî û birsê û bersing girtina terorsim û belav bûna çekên wêranker li cîhanê.

Serokwezîr Singh got Hindistan dixwaze ku têkeliyên sitratîcî digel Amerîka bihêztir bike.

Çaverê dihêt kirin serok Obama û serokwezîrê Hindistanê basê jimareka pirsan bikin, ji wan teror, gorîna seqaya cîhanê û qeyrana aborî.

Serokwezîr Singh herweha dawa li Amerîka dike ku fişar û giranî danête ser Pakistanê da ku Îslamabad çekdarên Îslamî kontrol bike.