Serokê Îranê Mehmûd Ahmedînejad gehişte Bolivia li dirêjiya seredana xwe ya pênc-welatî.
Ahmedînejad roja sêşembî ligel serokê Bolivia Evro Morales kom dibe ji bo bas kirina bazirganiya nêvbera herdu welatan û pirsên din.
Berî biçîte Bolivia, Ahmedînejad seredana Berazîl û Gambia kir. Li Berazîlê, xwenîşandan ji layê çend grupekan ve hat kirin dijî seredana serokê Îranê.
Berî seredana Ahmedînejad, serokê Îsraelê Shimon Peres û serokê Felestînî Mehmûd Abbas çûbûn Berazîlê.
Piştî Bolivia, rêberê Îranê seredana Venezuela û Senegalê dike.