Amerîka biryara hinartina nêzîkî 30 hizar serbazên zêdetir bo  Afganistanê dide

Serokê Amerîkî Barack Obama sêşem dê sitratîciya nû bo Efganistanê eşkere biket ku hinartina 30, 000 serbazên zêdetir yên Amerîkî bo beroka şerî vegirit. Bi vê zêde kirinê jimara serbazn Amerîkî li Afganistanê dê bigehte 100,000 serbazan.

Peyvdarê Seraya Sipî Robert Gibbs gote televizyona CNN û NBC ku serok dê behsê demekî diyar kirî biket bo vekêşana leşkerê Amerîkî li demê gotara xwe hêvarîya sêşem li Akadîmîya leşkerî li West Point, New Yorkê.

Serokê Amerîkî Barack Obama û serokê Afganistanê Hamîd Karzay danûstandin kirin liser hûrkarîyên sitratîciya nû ya leşkerî Amerîkî li Afganistanê bi rêka vîdyo konferansê. Her wesa wî li bere digel Serokê Pakistanê Asif Ali Zardarî jî bi peyive.

Ragehandineka ofîsa serok Karzay diyar kir ku danûstandinên roja sêşem li ser nexşeyê parastinê bû, pêşve çûnîn leşkerî û siyasî û aborî bûn.

Peyvdarê Seraya Sipî Robert Gibbs roja dûşem got Serok Obama tîmê parastina niştimanî agahdar kirîye sebaret biryara xwe ferman daya bête cê bi cê kirin.