Nêzîkî hezar hêzên deryayî yên Amerîkî, hêzên Britanî û 150 leşkerên Afganî, berdewam operasyonek rêvê dibin, li hember veşartgeheke girîng ya Talîbanê, li başûra Afganîstanê.
Berdevkê Hêzên Deryayî ya Amerîka Major William Pelletier, roja Şemîyê got armanca operasyona Cobra’s Anger şikandina hebûna Talîban û qût kirina alîkarîyê bo wan e.
Operasyon roja Înîyê, li Gelîyê Nowzad ya eyaleta Helmand destpê kirîbû. Berdevkê Fermandarê Helmand daxûya kirin, di roja yekê ya oprasyonê de, 4 mîlîtanên Talîbanê, hatine kuştin û gelek mayin û maddeyên peqînkar hatine dest xistin.
Heta niha ti ji hêzên pir-netewî û Afganî ti kuştî nehatîye ragihandin.